QSD’ê ragihandin ku li eniyên şer ên Serêkaniyê, Girê Spî, Eyn Îsayê tevgerên provokatîv ên çeteyên Tirk hebûn.
QSD’ê da zanîn ku bi sedan çete û leşkerên Tirk û panzêrên wan li nuqteyên şer ên herêmên navborî bi cih bûn û got:
”Çeteyan gelek caran hewl dan hêzên me şantaj bikin, bi taybet li gundewarê rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê.
Lê hîn jî hêzên me xwe ragirtine û li gorî peymanên kêmkirina şer tevdigerin û li aliyekî din jî ji rewşên awarte re amade ne”.
QSD’ê anî ziman ku parastina herêmên rizgarkirî û herêmên din ji bo wan erkeke sereke û dîrokî ye.
Di dawiyê de QSD’ê anî ziman ku ew destekdaîna şêniyên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazor û tevahî herêmên din ji bo wan bi nirx dibînin.