QSD: Li hemberî provokasyonên dewleta Tirk, hêzên me di rewşa pêwîst de ne

QSD’ê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bejahiya Serêkaniyê, Girê Spî û Eyn Îsayê di nava hewldanên sorkirin û provakasyonê de ne. QSD’ê li hemberî vê yekê eşkere kir ku hêzên wan tedbîrên pêwîst girtine.

Berpirsê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê Ferhad Şamî têkildarî liv û tevgerên provakatîf ên çeteyên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Şamî diyar kir ku tevî hewldanên şerxwaz ên çeteyan li bejahiyên Serê Kaniyê, Girê Spî û Eyn Îsayê jî hêzên wan li gorî peymana kêmkirina şer tevdigerin û wiha got:

Li hemberî rewşên awarte amadekariyên me hene.

Divê gelê herêmê têkildarê rewşên leşkerî guh nedin derewên ku ji aliyên hinekan tên belavkirin û tenê baweriya xwe bi çavkaniyên fermî bînin.

Li ser tevgera rojên dawî ya çeteyên dewleta Tirk jî ev agahî hatin biparvekirin:

Êvara 8’ê Mijdarê, tevgera şerxwaz a çeteyan li eniyên şer ên Serê Kaniyê, Girê Spî, bajarokê Eyn Îsayê û gundewarên Minbicê hebû.

Di vê çarçoveyê de bi sedan çete û leşkerên dagirkeriya Tirk li van herêman bicih bûn.

Gelek caran hewl dan hêzên me sor bikin.

Bi taybet li gundewarên rohilat û rojavayê bajarokê Eyn Îsayê.

Tevî vê yekê jî hêzên me baldar in û li gorî peymanên kêmkirina şer tevdigerin.

Li aliyê din jî xwe bi temamî ji bo rewşên awarte amade kirine.

Divê were zanîn ku parastina herêmên rizgarî ji her cûreyên êrişan ji bo hêzên me erkeke sereke û dîrokî ye.

Li ser vî esasî em helwesta xelkê xwe yê li Tebqa, Reqa, Minbic, Dêrazor û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xwedîderketina wan li QSD’ê binirx dibînin.

Em bang li wan dikin ku guh nedin derewên ku hin alî belav dikin û tenê ji çavkaniyên fermî bawer bikin.”

Back to top button