Li Qamişlo sembola keleha Nebî Horî ya dîrokî hat avakikrin

Dema Efrîn dagir kirin, ne tenê xweza û mirovan ji wan êş û xerabî dît. Şûnwarên wê yên bi hezarê salan jî ji hovîtiya wan nefilitîn û mîna ku ne mîrasekî cîhanî bin, ew jî xerab kirin.. Li wir ew xerab kirin, lê belê mîna wê û ji bo mayîna wê weke dîrokeke hêja û binirx li Qamişlo sembola vê kelhê li çerxerêyekê hat avakirin. Ev çerxerê jî bi navê “Kelha Nebî Horî” hat pênasekirin.

Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe yên dagiker, dema Efrîn dagir kir, her tişt dan ber xwe, talan kirin û heta niha jî dikin..

Mirov revandin, êşkence kirin û kuştin.

Xweza talan û wêran kirin.

Bi van; tîna wan neşikest, berê xwe dan şûnwarên wê yên dîrokî û ew jî xerab kirin..

Ev kirin û sûc li Efrînê, heta niha jî tên kirin û rojekê jî ranewestiyane.

Devera herî binirx.. Kelha Nebî Horî.

45 km li Bakur-Rojhilatî bajarê Efrînê ye.

Dîroka wê vedigere 280 sal berî zayînê.

Çeteyan ev devera dîrokî bi hovîtî xerab kir û li şûna wê mizgeftek ava kir.

Li wir kelh xerab kirin, lê li cihekî din mîna wê û weke bersiva van sûc û kirinan, sembola vê kelhê ava kirin..

Li bajarê Qamişlo, Kelha Nebî Horî di çerxerêyekê de hat çêkirin û navê wê lê hat kirin.

Tevî kelhê, rojên berwedana Serdemê jî û balafirên şer ku di wan rojan de Efrîn bombebaran dikirin jî hatine çêkirin.

Ev çerxerê ku ji aliyê şêwekarê Efrînî ku bixwe koçber e duh bi merasîmekê hat vekirin.

Her çiqas çete û dewleta Tirk li Efrînê, hewl bidin dîrok; çand û nasnameya wê tune bikin, her devera kurd, Efrînî jî di nav de berê xwe bidinê, wê berxwedêr û parêzvanên nirxên xwe bin.

Back to top button