Keştiya Azadiyê îro li peravên Yûnanistan ber bi peravên Îtlayayê ve rêdikeve 

Weke vê rojê bû, berî 23 salan, Rêber Apo ji Yûnanistanê berê xwe da Îtalyayê.. Ji bo wê û bi heman awayî îro keştiya Azadiya Rêber Apo jî berê xwe dide wê deverê. Ev çalakî ku tê de 40 kesayetên navdar û enternasyonalîsta cih digirin bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Rêber Apo û azadkirina wî ye.

Berî 23 salan mîna vê rojê Rêbe Apo ji Yewnanistanê berê xwe dide Îtalyayê bûbû.

Bi boneya vê û ji bo azadkirina Rêber Apo a fîzîkî, îro çalakiya Keştiya Azadiya Rêber Apo, destpê kir û ev keştî ber bi Îtalyayê ve bi rê ket.

Di vê keştiyê de, 40 kesayetên navdar, enternasyonalîst jî di nav de ji her deverê cih digirin

Ji bo vê jî, ev çend roj bûn amadekarî dihatin kirin û duh çalakgeran gelek hevdîtin li deverên cuda pêk anîn.

Çalakgeran duh serdana Partiya Yekîtiya Gelan a Yûnanistanê kir û bi germî hatin pêşwazîkirin

Li ser navê partiyê, wezîrê berê yê hukûmeta Yûnanistanê Dîmîtrîs Stratolîs ev yek pêşwazîkirina çalakgeran de got:

“Ji bo malovaniyê ji çalakiyeke wiha re, em serbilind in.

Xwezî Birêz Ocalan dîl nehata girtin.

Em weke partî, azadiya Kurdan û Ocalan dixwazin û ji bo vê yekê dixebitin.”

Çalakgerên ‘Keştiya Azadiyê’ piştî ku amadekariyên xwe temam kirin serdana kampa Lavrîo kirin û ji aliyê şêniyên kampê ve bi şahiyekê hatin pêşwazî kirin..

Keştî îro bi rê ket û 12’ê Mijdarê wê li bajarê Napolî bi girseyî were pêşwazîkirin.

Back to top button