Xwndekarên Zanîngeha Rojava: Armanca me ne tenê perwerde; pêşxistina civakê ye jî

Xwendekarên ku îsal derbasî Zanîngeha Rojava bûne, dibêjin “Xwesteka me ne tenê temamkirina perwerdeyê, lê belê pêşxistina civakê ye jî.”

Îsal ji xwendekarên Bakur û Rojahilatê Sûriyê ku bi zimanê dayikê xwendibûn, 2 hezar derbasî zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn .

Ji wan 750 xwendekar derbasî zanîngeh Rojava bûn.

Xwendekarên ku nû tevlî zanîngeha Rojava bûne dibêjin Zanîngeha Rojava derfeta xwendina bi zimanê dayikê pêşkeş kiriye û ew jî vê derfetê bi kar bînin û bi neteweya xwe ya resen werin naskirin .

Her wiha diyar dikin ku xwesteka wan ne tenê bidawîkirina perwerdeyê, lê belê pêşketina di her wrê de ye.

Back to top button