Ludo de Brabander: Êdî divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Berdevkê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Ludo de Brabander diyar kir ku êdî dem hatiye ku rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar û partiyên siyasî yên li welatên cuda dijîn, bi awayekî aktîf tev li xebatên derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bibin.

Berî niha 29 kesên siyasetmedar, nivîskar, ramyar, aktîvîstên aştiyê, hiqûqnas û hunermend Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kir, û dest bi kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya Yekitiya Ewropayê (YE) kir.

Berdevkê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Ludo de Brabander dazanîn ku lîste ji bo armancên siyasî hatiye berevajîkirin û wiha got :

“Êdî dem hatiye ku bi awayekî aktîf em tev li xebatên derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bibin, divê welatên endamên Netewên Yekbûyî (NY) ji bo vî mijarî dozên nû veke.

Brabander dawiyê hêvî kir ku dewletên din ên Yekitiya Ewropayê ku nîşan dan PKK ne rêxistineke terorê ye, bikevin nava hewldanan.

Back to top button