Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê ji ber bi zimanê Kurdî perwerde dane 2 jin revandin

Çeteyên dewleta Tirk ya dagirker bi hinceta ku berê bi zimanê kurdî perwerde dane, li Efrînê 2 jin revandin.
Çeteyên dewleta Tirk li Babê jî ciwanekî din yê ji Efrînê revand.
Nivîsgeha Jinan û rêxistinên civaka sivîl ên herêma Efrînê jî daneyên sûcên dewleta Tirk yên li dijî jinan, eşkere kirin.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî roj bi roj zêde dibin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên bi navê Polîsên Sivîl û MÎT’a dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê Etmana yê navçeya Racoyê ya Efrînê de girt û Hêvîn Ehmed û Cîhan Mihemed Elî bi hinceta ku beriya dagirkirina Efrînê bi zimanê kurdî perwerde dane, revandin.

Hat ragihandin ku çeteyan her du jin birine girtîgeha Meratê ya li navenda bajarê Efrînê.

Hat diyar kirin ku Cîhan Mihemed Elî piştî ku malbata wê hezar û pêncsed lîreyê Tirk dan û hat berdan, lê aqûbeta Hêvîn Ehmed hê jî ne diyar e.

Li gorî agahiyan her du jin zewicî ne û zarokên wan hene.

Çeteyan ji bajarê Babê ciwanekî 30 salî revand

Li herêmên din yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin rewş heman rengiye.

Li Babê jî Çeteyên dewleta Tirk berî 15 rojan ciwanê bi navê Kawa Şemis El-Dîn Mihemed, ji navenda bajarê Babê revand.

Kawa Mihemed ji şêniyên gundê Hec Hesna ya navçeya Şiyê ye û temenê wî 30 sal in.

Hate diyar kirin ku ev bû 15 roj in çarenûsa Kawa Mihemed ne diyar e û agahî jê nayê girtin.

Nivîsgeha Jinan: Ji dagirkirina Efrînê heta niha 84 jin hatine kuştin

Li aliyê din Nivîsgeha Jinan û rêxistinên civaka sivîl ên herêma Efrînê jî daneyên sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan, eşkere kirin.

Li gorî daneyan, ji dagirkirina Efrînê ve 84 jin ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine kuştin, bi hezaran jin hatine revandin û 6 jinan jî xwe kuştiye.

Her wiha bi hezaran jinên revandî di girtîgeha li Çerxerêya Kawa û Kefercenê de bi îşkence û destdirêjiyê re rû bi rû mane.

Back to top button