Nîjer..Di şewata li dibistanek Maradî de 20 xwendekar mirin

Li welatê rojava yê parzemîna Afrîka Nîjerê careke din xwendekar, di rojeva welat de ne.
Li bajarê Maradî yê Afrîka agir bi dibistaneke ji kayê hatî çêkirin şewat derket.
Di encamê de bêtirî 20 xwendevanan jiyana xwe ji dest dan û 80 jî birîndar bûn.

Ji ber dibistan bi gihayê hişk hatibû çêkirin, agir di demeke kin de li tevahî dibistanê belav bû.

Ji ber şewatê 3 ref di nava agir de man.

Di encamê de bêtirî 20 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan û derdora 80’an jî birîndar bûn.

Têkildarî sedemê derketina şewata ku doh saetên êvarî derketî de, ti agahiyek nehate parvekirin.

Back to top button