NY: Di şerê 3 mehan yê li Yemenê de 170 kes mirin

Bangawaziyên rawestandina şerê li Yemenê bê encam dimêne û her roja derbas dibe jimara kesên têne kuştin zêde dibe.
NY ragihand ku tenê di nava 3 mehên derbasbûyî de ji ber şerê li herêmê 170 sivîl hatine kuştin û bi sedan jî birîndar bûne.

Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî mijarê di hesabê xwe yê Twitterê de daxuyaniyek da.

Ofîsê diyar kir ku di şerê li Yemenê de, sivîl berdêla herî giran didin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di nava 3 mehên derbasbûyî (Tîrmeh, Tebax û Îlon)ê de, şerên dijwar rûdane.

Di encamê de, 170 sivîl hatine kuştin û 359 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de ti aliyek wekî berpirsyarê êrişê jî nehatiye diyarkirin.

Daxuyaniya Koordînasyonê tenê bi dayîna daneyan re sînordar maye.

NY: Pêwistiya bêtirî 7 milyonî bi cihbûnê heye

Her wiha Komseriya Bilind ya NY jî li ser mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber şerê li welat pêwistiya 7,3 milyon kesî bi cihbûnê heye.

Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, ji Îlona 2014’an vir ve paytext Sana û hin herêm din xistiye bin kontrola xwe.

Hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî jî ji Adara 2015’an ve li dijî Hûsiyan piştgiriya hikûmeta Yemenê dike.

Di şerê ku 7 sal in li welêt dewam dikin de, zêdeyî 230 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button