Hindistanê…di felaketa lehiya li Chennai 5 kes mirin

Li Hindistanê careke din barana zêde bû sedema mirina kesan.
Li bajarê Chennai yê Hindistanê ji 2015’an ve barana herî dijwar ya bûyî sedema lehiyê bariya.
Di encamê de 5 kes mirin.

Barana zêde ya li bajarê Chennaiyê kuçe û kolan di nava avê de hiştin.

Ji ber lehiyê bi sedan kes ji bo cihên ewle hatin veguhesitin.

Tê pêşdîtin ku baran di nava 2 rojên pêş de jî bi awayekî zêde bibare.

Li herêmê perwerde hate rawestandin û banga hişyariyê li welatiyan hate kirin.

Şaredariya bajar jî li tevahiya bajar kampên alîkariyê vekirin û xwarin li mexdûrên lehiyê belav dike.

Her wiha elektirîka li bajar jî hatiye qutkirin.

Artêş jî ji bo alîkariyê ketiye tevgerê.

Ji aliyê din ve meteorologên Hindistanê ragihandin ku ji sala 2015’an ve barana herî zêde di nava 24 saetên derbasbûyî de bariyay ye.

Back to top button