Li Êrîvanê bi hezaran kes banga îstîfayê li serokwezîr Nîkol Paşînyan kirin

Sibe salvegera Peymana Qerebax a di navbera Azerbêcan, Ermenîstan û Rûsyayê de ye.
Di encama vê peymanê de Qerebax radestî Azerbêcanê hate kirin.
Bi rasthatina rojê, şevê din bi hezaran kes li Ermenîstanê kom bûn û banga îstîfatê li serokwezîr Nîkol Paşînyan kirin.

27’ê Îlona sala 2020’an li herêma Qerebaxê di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de şer destpêkir.

Şer 44 rojan dewam kir û di encamê de bi sedan kes ji herdû aliyan hatin kuştin.

Di şer de dewleta Tirk bi dayîna balafirên bê mirovê, eşkere destek da Azerbêcanê.

Roja 9’ê Mijdarê li Mosko bi navbênkariya serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, serokwezîrê Ermenîstan Nîkol Paşînyan û serokê Azerbêcanê Îlham Aliyev peymanek hate mohrkirin.

Û 10’ê Mijdarê bi awayekî fermî şerê di navbera aliyan de bidawî bû.

Di encamê de herêma Qerebax radestî Azerbêcanê hate kirin.

Ev yek ji aliyê gelê Ermenîstanê ve weke xiyaneta serokwezîrê welat Nîkol Paşînyan hate binavkirin.

Bi ratshatina salvegera 1’mîn a Peymanê de, şevê din li paytext Êrîvanê xwepêşandaneke protestoyî hebû.

Xwepêşanda li ser banga serokê berê yê Ermenîstanê Robet Koçeriyan pêk hat.

7 sanî dimen biherikêne

Bi hezaran kes li Meydana Azadî careke din banga îstîfayê li serokwezîr Paşînyan kirin.

6 sanî dimen biherikêne

Di xwepêşandanê de serokê berê Koçeriyan got;

Eşkere ye ku Paşînyan di danûstandinan de biserneket.

Divê em niha hêza xwe bikin yek û berxwedana xwe a netewî pêş bixin.

Back to top button