Çapemeniya Iraq: Kesên êrişî Kazimî kirî, komeke nêzî Îranê ye

Li Iraqê êrişa li dijî mala Serokwezîr Mistefa Kazimî hîna yek ji rojeva sereke ya li welate.
Çapemeniya Iraqê jî bi nûçeyên xwe ku dispêre çavkaniyên ji berpirsan îşaret bi Îranê dikin.
Tê îdiakirin ku li pişt êrişa li dijî Kazimî komeke çekdarên nêzî Îranê heye.
Niha jî çav li gotinên dawî yên Kazimî ne.

Êrişa lidijî mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hîna yek bûyera herî zêde li welat tê axaftine.

7’ê Mijdarê 3 balefirên biçek yên bêmirov êrişî mala Kazimî kiribû.

2 ji wan hatibûn xistin û yek ji wan jî karîbû xwe bigihîne mala Kazimî û êrişê pêk bîne.

Kazimî bê ku birîndar bibe ji êrişê xelas bûbû.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Iraqê de hatine parvekirin, aliyên ku êrişî mala Kazimî ya li Herêma Kesk ya parastina wê zêde ye, ji aliyê komên girêdayî Îranê ve pêk hatiye.

Di nûçeyan de hatiye gotin, balafirên bêmirov û çekên wê ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin.

Lê têkildarî koma ku qala wê tê kirin, nav nehat eşkerekirin.

Du berpirsên ku bi şertê navê wan neyê eşekerekirin diyar kirin ku Îran ev êriş plan nekiriye, lê agahiya xwe ji êrişê hebû.

Çapemeniya Iraq: Êriş peyamek eşkere bû

Komên Şîe ku di hilbijartinên Iraqê de rêjeyeke zêde deng ji dest dane û weke nêzî Îranê tên zanîn, nêzî 2 hefte li ber herêma Kesk xwepêşandan li dar xistin û li dijî encamên hilbijartinê nerazîbûn nîşan dan.

Şirovekaran ev êrîş weke peyameke çekdaran şîrove kirin ku ew amade ne li dijî dûrxistina komên Şîe di avakirina hikûmetê de an jî destwerdana li herêmên serdestiya wan, tundiyê bikar bînin.

Li Bexda ewlekarî di asta herî jor de ye

Piştî êrîşê li paytext Bexdayê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û heman rojê yekîneyên artêşê daketin qadan.

El-Kazemî ku ji êrîşê bê birîndar xilas bû, heman roja êrişê bi daxuyaniyekê got,

Ew dizane kî li pişt hewla kuştinê ye û dê di demek nêzîk de eşkere bike.

Back to top button