Doza Kobanê..Parêzer û Sîyasetmedar tevlî dozê nebûn û doz ji bo 11’ê mijdarê hat taloqkirin

Rûniştina 6. Doza Kobanê, di roja duyemîn de dewam kir û doz ji bo 11’ê Mijdarê hat taloqkirin

Di rûniştina 6. a doza Kobanê ya ku li dijî sîyasetmedar û Parlementerên HDP’ê weke komplopyeke hatîye ristin, di roja duyemîn de destpêkir

Parlementerên ku duh tevlî dozê nebû bûn, îro jî ji ber ku daxwazên wan ya ji nû ve sererastkirina dozê nahat qebulkirin, îro jî tevlî rûniştinê nebûn.

Parêzeran duh gotibû ku eger daxwazên wan neyê qebulkirin, ew ê serî li Lijneya Dadger û Dozgeran bidin û gilî bikin.

Dozgerê dozê daxwaz kir ku hincetên kesên tevlî nebûne bê redkirin.

Parêzerên dozê Mavîş Aydin û Kenan Maçoglu, li dijî daxwaza dozger bertek nîşan dan û daxwaza xwe ya taloqkirina dozê dubare kirin.

Dadgehê biryar da ku doz ji bo 11’ê Mijdarê were taloqkirin.

Back to top button