Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên 24 saetên dawî yên vîrûsa koronayê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Desteya Tenduristiyê ragihand ku 146 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine û 9 kesên din jiyana xwe ji dest dane.
Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane 5 mêr û 4 jin in.
Hat diyar kirin 7 kesên nexweş jî baş bûne.
Bi van daneyên dawî re hejmara kesên bi vîrûsê ketine bû 36 hezar û 722, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane hezar û 462 û yên baş bûyî 2 hezar û 485 in.