Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Êrişa 2019’an a li dijî Serêkaniyê berdewama êrişa 2012’an e

Beriya 9 salan, çeteyên ku navê Artêşa Azad li xwe kiribûn, bi piştgiriya dewleta Tirk êriş birin ser bajarê Serêkaniyê.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi vê boneyê daxyaniyek da û diyar kir ku êrîşa 9’ê Cotmeha 2019’an a li ser Serêkaniyê berdewama êrîşa 2012’an bû.

Di vê rojê de 48 komên çete ku navê artêşa azad li xwe kiribûn, bi piştgiriya dewleta Tirk êrîş birin ser bajarê Serêkaniyê ya aram û bi ewle û xelkê wan dan koçberkirin.

Bi vê boneyê Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek da.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de got,

“Gelek komên çekdar bi pêşengiya kesên bi terorê navdar in ku xwe di bin maska şoreşê û guhertina demokratîk de veşartin, di wê rojê de êrişî bajêr kiri. Amanca wan parçekirina civakê û derxistina şerekî navxweyî bû.”

Komîteyê da zanîn ku ew komên çekdar di demeke kin de ji bo hemû gelên Sûriyê bûne bela.

Komîteyê bi bîr xist ku êrişa dewleta Tirk a di 9’ê Cotmeha 2019’an a li dijî Serêkaniyê berdewama êrişên komên terorîst ya 2012`an bûn.

Back to top button