MADORO: PILANA DERBEYÊ JI ALIYÊ EMERÎKA Û KOLOMBIYAYÊ VE HAT DANÎN

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro got, hêzên wî hewldana derbeya leşkerî şkandin. Di axaftina xwe ya di televizyonê de, Madoro serokê perlemanê Juan Guaidó bi pêkanîna derbeyê tawanbar kir.
Tê zanîn Guaidó xwe weke serokê demkî yê Venezuela ragihandibû.

Nicolas Maduro teqez kir ku ji sedî 80 ji fermandarên tevlî derbeyê bibûn, paş de vegeriyan.

Madoro got, pilana derbeyê ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Colombiyayê ve hat danîn.

Têkildarî mijarê, wezîrê Karên Derve yê Emerîka Mike Pompeo xuya kir ku diviyabû serokê Venezuela derketiba û biçûya Kobayê, lê hema Rûsya nehişt.

Li aliyê din, wezîrê Karên Derve yê Venezuela Jorge Arreaza daxuyaniya hempîşeyê xwe yê Emerîkî red kir.

Leave a Reply

Back to top button