Li Qamişlo 3 sivîl bi êrişa dewleta Tirk şehîd bûn

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên li ser rojavayê Kurdistanê didomin.
Dewleta Tirk a dagirker îro careke din bi balafireke bêmirov wesayîtke sivîlan bombebaran kir. Di encama êrişê de 3 kes ji heman malbatê şehîd xistin..

Êriş li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo, seat derdora 15:00 bi balafireke bê mirov pêk hat..

Bombebaran di nava taxa ku tev sivîlin de pêk hat û di encamê de 3 kes şehîd bûn.

Nasnameya kesên bûne hedef û şehîd bûne eşkere bûn û her 3 kes ji heman malbatê ne.

Navê kesên şehîd bûne wiha ne:

Yûsif Gulo, Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo.

Back to top button