Şeva Krîstal..Roja destpêkirina qirkirina Cihûyan

Beriya vê bi 83 salan, Partiya Nazî ya Alman êrişî Cihûyan kir.
Ev yek di dîrokê de weke destpêka qirkirinê tê qebûlikirin.
Û di encama êrişên Nazî de derdora 6 mîlyon Cihû hatin kuştin.

Sala 1938’an, şeva ku 9 bi 10’ê Mijdarê ve girêdide, bi fermanda Partiya Nasyonal a Sosyalîst li Almanyayê, li dijî Cihûyan tevgerek destpêkir.

Wê şevê hêzên Nazî bi ser mal, dikan û Sînagogan de girtin û encameke bi xwîn li pey xwe hiştin.

Mal û milkê cihûyan hatin talankirin.

ev yên reşkirî di lînkê de ne

Alman wê demê navê “Qirkirina Mijdarê” li wê şevê kirin.

Ev pênasekirin ji bo dîroka 7-13’ê Mijdara 1938’an bû.

Di nava 7 rojan de herî kêm 400 Cihû hatin kuştin.

Hezar û 400 sînagog,

Bi hezaran mal û dikanên Cihûyan hatin talankirin.

Piştî tevgera 10’ê Mijdarê, 30 hezar Cihû li kampan hatin girtin.

Di nava demeke kurt de bi sedan kes li van kampan hatin kuştin.

Şeva Kirîstal, an jî “Qirkirina Mijdar” ku sala 1938’an li ser hîmê dijminahiya bi Cihûyan re pêk hat, weke destpêkirina tevgera qirkirinê yê binavkirin.

Başe ev şeva ku rê li ber qirkirina gelekî çawa û ji ber kîjan sedeman destpêkir?

Sala 1938’an Almanya 17 Hezar Cihûyên Polon dersînor kir.

Lê ji ber ku ew kes ji aliyê Polonyayê ve nehatin qebûlkirin, li sînor asê man.

Piraniya wan zarok, bi sedan kes ji ber birçîbûn û sermayê jiyana ji dest dane.

Li hemberî vê rewşê, ciwanê Cihû yê 17 salî Herschel Grynszpan (Herşel Grînzepan) li Parîsê bi ser sefareta Alamn de girt.

Di encamê de alîkarê sefîr hate kuştin.

Wê demê berpirsê ragihandina Nazî Joseph Goebbels (Jozêf Gobels) êrişa wî ciwanî weke komploya Yahudiyan binav kir û ji Irqê Alman xwest ku tolê rakin.

Goebbels ê ku êrişa li dijî Cihûyan weke mafekî rewa dît, bi rêya ragihandinê eşkere kir ku her kesê Alman ê beşdarî van êrişan bibe, wê neyê cezakirin.

Û piştî vê helwestê, sîxûrên sivîl ên Alman ketin nava girseyî gel û ew li dijî Cihûyan sor kirin.

Di encamê de şeva 9 û 10 Mijdarê tevgera talanê destpêkirin û heta 13 mehê dewam kir.

Back to top button