Hêzên Ewlehiyê: Dewleta Tirk erebeyek bombebaran kir û 3 welatî şehîd bûn

Fermandariya hêzên Ewlehiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê derbarê êrişa îro ku li taxa Hilêliyê ya Qamişolo pêk hat de daxuyaniyek da.

Fermandariya hêzên ewlehiyê got:

Binpêkirinên dagirkeriya dewleta Tirk li hember herêmên me didome û ew li gorî pîvan û peymanên navdewletî tev nagere..

Di encama êrişa bi balafirên bêmirov îro danê esir li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ku erebeyek hat bombebarankirin 3 welatî ên bi navê Mihemed Gulo, Mezlûm Gulo û Yusif Gula şehîd bûn..

Em wek hêzên ewlehiyê teqez dikin ku erka xwe ya parastina hêrêmê pêk bînin û divê hêzên navdewletî jî li hember mîsaq û peymanên navdewletî erkên xwe pêk bînin..

Ev êrişên bi vî awayî, destekê dide hemû rêxistinên terorîst ku xwe ji nûve rêxistin bike û terora xwe li cihanê belav bike.

Back to top button