QSD: Leşkerên dagirker li gundewarê Eyn Îsayê hewl didin hêzên me sor bikin

QSD’ê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Eyn Îsayê di nava hewldanên sorkirin û provakasyonê de ne.

Navenda Ragihandinê ya QSD têkildarî geşedanên doh û tevgera dagirkeran li gundewarê Eyn Îsayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin biparvekirin:

” Dagirker û çeteyên wê hewl dan di roja sêyemîn de hêzên me li gundewarê Eyn Îsayê (Gundê Şirgerakê) sor bikin, bi vê yekê hewl dan bikevin rêya M4 û êrişî erebeyên sivîlan bikin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Um El-Beramîl ê rojhilatê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.

Dema ku çeteyan hewl dan mayînan li bakurê kampa Eyn Îsayê bi cih bikin, mayînek bi wan ve teqiya.

Li deriyê rojava yê ketina bajarê Reqayê jî kesên nenas mayînek bi erebeyeke hêzên me ve teqandin, di encamê de şevanekî me birîndar bû. Li ser vê bûyerê hêzên me dest bi lêpirsînê kir.”

Back to top button