Careke din sivîl bûn armanc û dîsa jî heman kujer e. Duh droneke dewleta Tirk erebeyeke sivîlan li Qamişlo kir armanc û ji malbatekê 3 sivîl şehîd bûn.
Sivîlên şehîd, Yûsif Gulo, Mezlûm Gulo û Mehmûd Gulo ne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li ser bûyerê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin “Droneke dewleta Tirk a dagirker erebeyeke sivîlan li taxa Hilêliyê ya Qamişlo bombebaran kir, di encamê de ji heman malbatê 3 sivîl şehîd bûn.”
Hêzên Ewlekariyê anî ziman “Dewleta Tirk tevahî peymanên navneteweyî bin pê dike û sûcan li dijî herêmên wan pêk tîne.”
Her wiha piştrast kir ev sûc dihêlin ku tevahî rêxistinên terorîst xurt bibin û terorê li tevahî dewletên cîhanê belav bikin.”
Hêzên Ewlekariyê got “Divê êdî hêzên navneteweyî erkên xwe wek garantor li herêmê bi cih bînin. ”
23 Cotmehê jî, li ser rêya Koban-Helebê dîsa droneke dewleta Tirk erebeyek kir armanc û tê de 3 kes şehîd bûn.