Li kampa Holê jineke 33 salî hat kuştin

Ji ber hişmendiya wan a tundrew, li kampa Holê ku ji cihên herî metirsîdar ê cîhanê ye, bûyerên kuştinê her hene û bi dawî nabin. Jineke din li wir ji aliyê kesine nenas ve hat kuştin.

Duh êvarî jina bi navê Emel Raid Ekab ya 33 salî li kampa Holê hat kuştin.

Çavkaniyên ji kampê ragihandin Emel ji aliyê 2 kesên ku cilên reş li wan bûn, hatiye kuştin.

Hat ragihandin Emel 3 derbe di serê xwe de xwaribûn.

Li kampê 14’ê Îlonê jî penabera Iraqî Islam Heysem Rezûqî ya 17 salî hat kuştin.

Ji ber van bûyerên ku li wir rû didin, beriya niha operasyoneke ewlehiyê ya berfereh li Kmpê pêk hat û di encamê de bi dehan sûcdarên van bûyeran hatibûn girtin.

Back to top button