(HRE): LI ŞERA 9 LEŞKERÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Di nava çend rojên dawiyê de li Efrîn û derdora wê Hêzên rizgariya Efrînê derbên xurt li artêşa tirk a dagirker dan.
Di vê çarçoveyê de, di encama çalakiyên li navçeya Şera ya Efrînê de herî kêm 9 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê yên xaka Efrîn dagirkirine, Hêzên rizgariya Efrînê çalakiyên bibandor lidar dixin.

Di encama van çalakiyan de derbên xurt li artêşa tirk a dagirker tên e xistin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiya 30 Nîsanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê;

30 Nîsanê, li gundê Qitmê yê navçeya Şera, Hêzên Rizgariyê bi çalakiyek bi bandor du seyareyên zirxî yên tîpa Kirpi kirin hedef.

Di encamê de her du alav hatin ruxandin, 7 leşker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Heman rojê li gundê Qitmê yê navçeya Şera Hêzên Rizgariyê kemînek li pêşiya leşkerên dewleta Tirk danîn û şer derket.

Di encamê de 4 ji wan giran, herî kêm 6 leşkerên Tirk birîndar bûn.

30 Nîsanê, li herema di navbera gundê Qitmê yê girêdayî navçeya Şera û bajarê Ezazê de jî Hêzên Rizgariya Efrînê bi çalakiyekî erebeyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker kirin hedef.

Di encama çalakiyê de 2 fermandarên leşkerî ên artêşa Tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Artêşa dagirker gundên navçeya Şera û Şêrawa bi obus û tangan bombebaran kir.

Herwiha balafirên şer yên artêşa dagirker jî li ser herêmê demek dirêj firiyan.

Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku di encama van çalakiyan de 2 şervanên wan bi sivikî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button