Qahîre di her fersendê de nerehetiya xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li Sûrî, Iraq û Lîbyayê yê tîne ziman.
Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî pêşwazîkirina fermandarên Îxwan El-Muslimîn li Tirkiyê rexne kir û got,
Em tu sedeman ji bo hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbya, Sûriye û Iraqê nabînin.
Samih Şukrî duh bi civîneke çapemeniyê diyar kir ku welatê wî li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên di 10 salên dawîn de bi fikar e û got:
Misir tu sedemên hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbya, Sûriye û Iraqê nabîne.
Şukrî destwerdana dewleta Tirk li karên hundirîn ên Misirê û piştevaniya koma Îxwan El-Muslimîn rexne kir.
Îxwan El-Muslimîn li Misirê û hinek welatên Ereban wek komeke terorîst tê dîtin.
Beriya niha jî Qahîrê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li nava xaka welatên Ereb û cîran bertek nîşan dabû.