Yemen…Di êrişa li Adenê de 2 rojnamevan hatin kuştin

Li Aden a Yemenê li dijî rojnameger Raşa Abdullah El Herazî û hevjînê wê Mahmûd El Atmî êrîşek bombeyî pêk hat.
Di êrîşê de Harazî ku ducanî bû jiyana xwe ji dest da, Atmî jî bi giranî birîndar bû.

Bajarê Aden yê li nêzî peravên Yemenê ye, li dijî 2 rojnamevanan êrişek bombeyî pêk hatin.

Polîsan têkildarî êrişê daxuyaniyek da û diyar kir ku li dijî erebeya rojnamevan Reşa Ebdullah El Herazî û hevjînê wê Mahmûd el Atmî êrişek bombeyî pêk hatiye.

Di encamê de Herazî jiyana xwe ji dest da û Atmî jî bi birîndarî ji êrişê xelas bûye.

Xebatkarên tenduristiyê yên ji Nexweşxaneya El-Cumhûriye ragihandin ku Haraziyê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest da ducanî ye.

Hat ragihandin ku hevjînan li kanala Al-Ain a Îmaratê kar dikirin.

NY: DI ŞERÊ 3 MEHAN YÊ LI YEMENÊ DE 170 KES MIRIN

Doh jî Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyeke li ser hesabê xwe ragihand ku di nava 3 mehên derbasbûyî (Tîrmeh, Tebax û Îlon)ê de, şerên dijwar rûdane.

Di encamê de, 170 sivîl hatine kuştin û 359 jî birîndar bûne.

Back to top button