Li malatya ji ber hilweşîna 2 avahiyan li bajar metirsiyek zêde derket.
Di encamê de 13 kes birîndar bûn.
Doh di saetên ber êvarî de li navçeya Yeşîlyurt ya Malatya 2 avahî hilweşiyan.
Ji bo dikandarên li qata jêr ya avahiyê bûn tevdîr hatin girtin.
Şahidên bûyerê dibêjin, di nava rojên dawiyê de li nava avahiyê cîhekî har dihate nûkirin û stûnek hatiye birîn.
Di xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ku li herêmê hatin destpêkirin de 13 kes ji binê kavilan hatin derxistin.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî û Berdevkê Wezaretê Îsmaîl Çataklî diyar kir ku di dema bûyerê de 21 kes di avahiyê de hebûn.
Ji wan 8 kes bi derfetên xwe karîne xwe xelas bikin.
Sedemên hilweşîna avahiyan jî nehate zanîn.