KCK’ê ji bo Yûsûf, Mûhammed û Mazlûm Gulo peyama sersaxiyê da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Yûsiv, Mihemed û Mazlûm Gulo peyama sersaxiyê weşand.
KCK’ê diyar kir wê tola wan teqez bê hilanîn û bang li gel kir ku xwedî li van welatparêzan derkeve û ji bo parastina destketiyên wan, têkoşînê mezin bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê Yûsiv Gulo, Mazlûm Gulo û Mihemed Gulo ku ji ber êrişa dewleta Tirk şehîd bûn peyama sersaxiyê weşand.

KCK’ê di destpêka peyama xwe de sersaxî ji malbata Gulo û gelê Kurd re xwest û diyar kir welatparêzê mezin Yûsiv Gulo ku bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo dihate naskirin û xizmetên gelekî hêja û bi qîmet li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, kir.

KCK’ê bal kişande li ser armanca êrişan û diyar kir dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze welatparêzên ku keda wan di pêkhatina Şoreşa Rojava de heye bêzar bike, têk bibe.

KCK: Wê xweseriya demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta dawî bê parastin

KCK’ê da zanîn bi van êrişan wê gelê Kurd, Ereb û Asûrî-Suryanî têk neçin, wê herêma xweseriya demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê heta dawiyê bê parastin.

KCK’ê destnîşan kir desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ku li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, li Rojava jî bi amûrê bêmirov bombeyan li wesayitan dibarîne û wiha got:

“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li her derê êrişî Kurdên azadîxwaz dike û bi vî rengî dijminatiya xwe ya li Kurdan nîşan dide.

Ev êriş hêrsa gelê me jî hêrsa me jî mezintir dike. Ev hêrs wê têkoşîna me mezintir bike, wê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya dijminê Kurdan li her parçeyên Kurdistanê têk bibe.”

KCK’ê bibîrxist ku malbata Gulo di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de gelek şehîd dane û wiha dewam kir,

“Ev endamên hêja yên malbata Gulo wê ti carî neyên jibîrkirin. Bi Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk wê xwedî li hesreta wan bê derketin.

Yûsiv Gulo şopdarekî dilsoz yê Rêber Apo bû. Yek ji welatparêzên sereke û bi mînak ê Rojava bû. Gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê wê wan ji bîr neke.

Bi afirandina Sûriya Demokratîk û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya Azad wê hesreta wan bi cih bê anîn.”

KCK Divê gel xwedî li welatparêzan derkeve û têkoşîna parastina destketiyan mezin bike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de got,

“Em ji Yûsiv Gulo re dibêjin xweş razê. Hesreta te wê teqez pêk bê, tola we wê teqez bê hilanîn. Em bang li gelê xwe jî dikin ku xwedî li van welatparêzan derkeve, ji bo parastina destketiyên ku keda wan a mezin di nav de hene, têkoşînê mezin bike.”

Back to top button