MSD’Ê KOMXEBATA DIYALOGÊN EŞÎRÊN SÛRÎ LI DAR DIXE

Bi alîkariya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê di 3’ê Gulanê de komxebata diyalogên eşîreyên Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê tê lidarxistin. Komxebat bi armanca gotûbêjkirina rola eşîreyan di şerê li dijî terorê û avakirina rêveberiya xweser de wê pêk were.

Derbarê komxebatê de Hevseroka MSD’ê Emîne Umer ji telefizyona me re axivî û li ser armanca civînê agahiyên berfireh da.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê ev demeke amadekariyên lidarxistina komxebata diyalogên eşîreyên Sûriyê dike.

Komxebat wê li navçeya Eyn Îsayê bi amadebûna eşîreyên hemû pêkhateyên civaka Sûriyê were lidarxistin.

Li ser mijarê Hevseroka MSD’ê Emîna Umer ji telefizyona me re axivî.

Emîne Umer diyar kir ku di komxebatê de wê rola eşîrên Sûriyê di şerê li dijî DAIŞ û destekdayîna wan a bi QSD’ê re, her wiha rola wan a di avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî de werin nîqaşkirin.

Emîne dest nîşan kir ku armanc ji vê komxebatê ew ku destekdayîn bi eşîreyan re were dewamkirin, nemaze piştî rola wa di tinekirina DAIŞ’ê û şerê li dijî şaneyên razayî de.

Hevseroka MSD’ê dazanîn ku ji hemu eşîreyên herêmê wê zêdeyî 5 hezar kes amade bin wiha got;

Ev komxebat ji bo tevahiya eşîrên Sûriyê ye.

Her wiha me vexwendname ji eşîrên bajarên din ên Sûriyê re şandine.

Ev demeke Erdogan hewl dide hin eşîrên ereb bi rêxistin bike û li dijî hêzên QSD’ê bi taybet li Dêra Zorê bide şerkirin.

Hevseroka MSD’ê Emîne Umer têkildarî tevliheviyên ku di demên dawiyê de serokê AKP’ê Erdogan li herêmê dide kirin jî ev nirxandin kir;

Em civakeke bi eşîre û pêkhateyên xwe ve girêdayî ne.

Demên beriyê niha me di yek çeperî de teror têk bir û heta niha jî li hemberî wan disekinin.

Bi taybet li hemberî komployên ku ewlahiya herêmên me dikin hedef.

Leave a Reply

Back to top button