Di encama operasyona li Dêra Zorê de 2 çete hatin girtin

Di encama operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê îro 2 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê hatin girtin.

QSD’ê diyar kir ku yekîneyan wan yên taybet îro bi piştgiriya Koalisyona Navneteweyî li herêma Cedîd Igêdat a li rojhilatê Dêra Zorê operasyoneke ewlehiyê pêk anîn.

QSD’ê diyar kir, di encama operasyona li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, 2 çete hatin girtin.

Hat diyar kirin alav û belgeyên li ser çeteyan jî hatin desteserkirin.

Back to top button