Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan ya Efrînê sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê şermezar kir.

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan ya Efrînê daxuyeniyek bi armanca şermezarkirina sûcên hovane yên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da.

Bi dehan malbat, dayik û bavê şehîdan tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi derewan raya giştî dixapîne da ku hebûna xwe li Efrîn û hemû deverên din yên dagirkirî rewa bike.

Hate eşkerekirin ku çeteyên Tirkiyê bi kiryarên xwe yên mîna kuştin, revandin, êşkence û dizîna cihên dîrokî armanc jê guhertina demografiya Efrînê ye û ferzkirina siyaseta qirkirinê li tevayî herêmên dagirkirî ye.

Di dawiyê de bang li NY’ê û saziyên mafê mirovan hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dev ji siyaseta xwe ya qirkirinê ya li herêmên dagirkirî berde.

Back to top button