SAZIYA FETWEYAN YA MISRÎ: ARAMACA DEWLETA TIRK NE ŞERÊ DAIŞ’Ê YE, LÊ ŞERÊ KURDAN E

Beriya demekî serokê xîlafeta çeteyên DAIŞ’ê ya binketî Ebû Bekir El-Bexdadî û piştî 5 salan cara yekemîn bi dîmenekî xwe dide xwiyakirin.
Saziya Fetweyan ya Misrî jî ji nişkave derketina Çete Bexdadî bi dewleta Tirk ve girê da.
Her wiha sazî gelek îdiayên balkêş jî di avêje holê.

Piştî derketina dîmenê dawî yê Bexdadî, Saziya Fetweyan ya Misrî rexeneyên tund li dewleta Tirk dike.

Saziya Fetweyan ya Misrî teqez dike ku dîmena derketina Bexdadî têkiliya dewleta Tirk bi DAIŞ’ê ve dide xwiyakirin.

Saziya Fetweyan dide zanîn ku di dîmenê kesek xwiya dike û raporên mehane yên gelek deveran pêşkêş dike.

Di nava raporên hatîn pêşkêşkirin jî raporek bi navê “Wîlayetek Tirkî” hebû.

Ev jî dide xwiyakirin ku hebûna DAIŞ’ê li ser xaka dewleta Tirk heye.

Saziya Fetweyan ya Misrî dibêje ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe li herêmê bi kar tîne, ne ji bo lawazkirina hebûna DAIŞ’ê, lê ji bo berjewndiyên xwe yên teybet.

Êrîşên dewleta Tirk li ser kurdên li Iraq û Sûriyê vê armancê dide der.

Saziya Fetweyan ya Misrî diyar kir ku tevî sînorê dewleta Tirk bi Iraq û Sûriyê ve ye, lê ew ya herî kêm e ku êrîşên teror lê çêdibe.

Li gorî Ewropayê jî dewleta Tirk dimîne deriya sereke ku bi riya wê terorîst berê xwe didin Ewropayê ji bo plankirina êrîşên terorîst.

Leave a Reply

Back to top button