Xwepêşandêran diyar kirin dê îxaneta PDK’ê bandorê li tekoşîna Kurdan neke

Çalakiya malbatên şehîdan li deriyê Sêmalka di meha duyem de dewam dike.
Hêzên Parastina Civakî û PYD’ê a herêma Cizîrê serdana konê xwepêşandanê kir û diyar kirin ku îxaneta PDK’ê wê bandorê li doza Kurdan neke.

Îro Hêzên Parastina Civakî û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya herêma Cizîrê serdana konê xwepêşandanê kir.

Derbarê çalakiyê de yek ji fermandarên Hêzên Parastina Civakî ya herêma Cizîrê Mihemed Cemîl axivî û bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd.

Mihemed diyar kir ku PDK’ê ji bo berjewendiyên hizbî bidestbixe, bi rêya hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re îxaneta gelê Kurd dike.

Her wiha ji rêveberên PYD’ê yên herêma Cizîrê Ahîn Elî jî got:

“Dijminên Kurdan ji bo qirkirina Kurdan sûcên xwe didomînin.

Îxaneta PDK’ê dê bandorê li îradeya Kurdan a ji bo têkoşîna azadiyê ya li ser bingeha felsefeya rêber Ocalan neke.

Back to top button