ERDOGAN PEREYAN DIDE KOMÊN ÇETE Û WELATÎ GURÇIKA XWE DIFIROŞIN!

Li Tirkiyê êdî krîza aborî beloq, şekere an jî diyar dibe.
Feqîrtî li welatiyan dixe û Erdogan çek û lojistîkê ji komên çete re dişîne.
Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdar-oglu dibêje ku, qanûn û wijdan li Tirkiyê nemane.
Rewş gihaye wê astê ku êdî xelk Gurçikên xwe difiroşin.

Destwerdana Dewleta Tirk a dagirker ji welatên mîna Sûrî, Sûdan û Lîbiya û piştgiriya wê ji komên çete re, dihêlin ku welatiyên Tirk Gorçika xwe bide ber firotinê..

Li Tirkiyê krîzeke aborî rû dide, gelek çavdêr jî, vê yekê dispêrin siyaseta dij-demokratîk a AKP’ê bi taybetî, girtina siyasetmedar, Rojnamevan û istîsmarkirina zarokan..

Her wekî wê jî, qaşo Erdogan di nava hewldanên siyaseta”Sifir Pirsgirêk” de bû.

Lê halê hazir dikeve çarçoveya”Sifir hevalbend.”

Emerîka ji ber siyasta Tirkiyê, gelek cezayên aborî li ser wê ferz dike.

Li gorî dezgehên ragahndinê li ser zimanê Serokê partiya muxalf CHP’ê Kemal Kiliçdar-oglu ku wêneyê xwediyê Gorçikê hildide dibêje, ev mijarên navborî “rastiya Tirkiyê ye.”

Kiliçdar-oglu balê dikişîne ser azadiya rojanmegeiryê û girtina gelek rojnamevanan û dibêje, “Qanûn li Tirkiyê windayî ye”

Her wiha serokê CHP’ê îşaret bi istismarkirina zarokan dike û teqez dike, diyardeya dayina madeyên hişbiriyê ji zarokan re û destdirêjiya li ser wan zêde belav bûye..

Kiliçdar-oglu da zanîn ku, di wextekê de ku Erdogan di bin navê şerê li dijî Fethulah Gulen zindan tijî kiriye, zilamê yekê yê Gulen Fatih Temnicî li kêleka Erdogan kar dike.

Ev yek diyar dike ku, Erdogan terorîstan dihêle û tenê şerê muxalifên xwe dike..

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, di hilbijatina 31 Adarê de, AKP’ê bajarên mezin mîna Enqre û Stanbol winda kir..

Ev bûyer ji aliyê çavdêran ve weke derbeyek dîrokî ya li dijî dethildariya Erdogan e.

Vê yekê hişt ku, rikberiyeke mezin di nava partiyê bi xwe de derkeve..

Endamên AKP’ê Dawûd Oglu diyar kiribû ku, ji ber siyaseta Erdogan a şaş partiya wan gihişt vî halî..

Erdogan jî, gef li ser endamên AKP’ê yên li dijî wî derkevin xwar.

Ya berbiçav jî rewşa bê ewle û krîza aborî ya ji ber siyaseta rejîma AKP’ê li tirkiyê ye.

Leave a Reply

Back to top button