Belgeyên veşartî yên ye derbarê Belarûs û Tirkiyê de eşkere bûn

Belê bi rojane mijara koçberên li sînorê Polonya-Belarûs bûye rojeva sereke ya cîhanê.
Lê belgeyên Komisyona YE yên nepenî ku di çapemeniya Alman de hatin weşandin, careke din îşaret bi rola Tirkiye tê kirin.
Di belgeyan de tê gotin, Tirkiye bi balefiran koçberan derbasî Belarûsê dike.
Û ji bo vê yekê jî hişyarî tê kirin.

Yekîtiya Ewropa li dijî karanîna koçberan ji aliyê Belarûsê ve hêrs bûye.

Di demeke ku aloziya navbera hezaran polîs û koçberên li sînorê Polonya-Belarûsê de dewam dike, hûrguliyên li ser karkirina torên qaçaxçîtiyê di belgeya nepenî ya hundurîn a Komîsyona Yekîtiya Ewropî (YE) de derketin holê.

Di nûçeya ku rojnameya Almanî “Die Welt” li ser belgeya mijara gotinê ye, hat diyarkirin ku piraniya kesên ku alîkariya penaberan kirine ji Belarusê di ser Polonyayê re derbasî YE dibin, li Elmanyayê dimînin.

Hat destnîşankirin ku welatiyên berê koçberî Almanya bûne û li wir dijîn ji bo veguhestina koçberên ku piraniya wan ji Sûrî, Efxan, Îran, Iraq, Kuweyt û Yemenê, a Almanya roleke sereke dileyîzin.

Rêgiha van oçberan jî di ser Polonya re bi rêya barhilgiran pêk tînin.

Di belgeya Komîsyona YE de tê gotin,

Armanca sereke ya koçberên ku li sînorê Polonyayê li bendê ne, ew e ku xwe bigihînin Almanya û Fînlandiyayê.

“Tirkiye û Belarûs di mijara koçberan de hevkariyê dikin”

Di nûçeya ku “Welt” li ser vê belgeyê de cih girtî wiha tê gotin:

“Şîrketa balafiran a Belarûs Belavia bi hevkariya Turkish Airlines hefteyekê 4 heta 7 seferan organîze dike.

Di her seferê de 180 koçberan ji Stenbolê vediguhezîne Mînskê.”

Çapemeniya Alman ku “Bild” jî di nav de ye, îdia kir ku Tirkiye bi rêya balefirxaneya xwe koçb sewqî Belarusê kiriye.

Bivê gavê re piştgirî daye Serokomarê Belarûsê Aleksander Lukaşenko.

Balefirxaneya Tirkiyê jî ev nûçe red kir.

Komîsyona YEyê hişyarî da ku Rûsya jî ji qaçaxçiyên mirovan re dibe rêyeke girîng û bal kişand ku balafirgeha Pskow a li nêzî sînorê Rûsyayê yê Estonya û Letonyayê dibe rêyeke nû ya koçberiyê.

Di belgeyê de hat destnîşankirin ku Pskow dikare ji bo kesên ku ji Belarûs, Tirkiye û Misrê diçin welatên Baltîkê, wekî xala derbasbûnê be.

Back to top button