Ji ber lehiyê li Hindistan û Srî Lanka 41 kes mirin

Barana zêde ya li Srî Lanka û Hindistanê careke din wêranî û mirî li pey xwe hişt.
Ji ber barana bû sedema lehiyê li herdû welatan 41 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Srî Lanka û Hindistanê bandora barana zêde dewam dike.

Bivê bandorê re jî bîlançoya karesata lehiyê zêde dibe.

Wezîrê Rêvebiriya Afatê yê Eyaleta Tamîl Nadu ya li rojhilatê Hindistanê ragihand ku jimara kesên ji ber lehiyê li Chennai jiyana xwe ji dest dane derket 16’an.

Li Chennai ku kuçe û kolan di bin lehiyê de ne, xebatên rayedaran ên ji bo derxistina kesên ku ji ber lehiyê asê mane, bi piştgiriya tîmên lezgîn û artêşê dewam dikin.

Rayedaran diyar kirin ku heta niha bi hezaran kes ji herêmên nizim birin herêmên ewle.

Li Srî Lankayê ji ber barana zêde ya bo sedema lehî û hezazê 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku piraniya miriyan di nava lehiyê de xeniqîne.

Ji ber hezazê 5 kes jî birîndar bûne.

Bi vî awayî li Hindistan û Srî Lankayê di lehiyê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Meteorologên li Srî Lankayê diyar kirin ku ji ber kêmbûna tansiyona kêm tê pêşbînîkirin ku baran ji îro pê ve kêm bibe.

Back to top button