Bazirganiya Tirkiye û Belarûs a li ser koçberan

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê derbarê hatina penaberan a ber bi Belarûsê ve raporeke veşartî amade kir.
Li gorî raporê şîrketa asîmanî ya Tirk û ya belarûsê di mijara qaçaxçitiya koçberan de lihev kirine.
Herwiha şîrketa asîmanî ya Dûbaiyê jî hemwelatiyên Iraq û Sûriyê ku piraniya wan Kurd in dibin heman cihî.

Li ser sînorê Polonya û Belarûsê piraniya wan jê Kurd êş û zehmetiyên koçberan didome.

Li pêşiya Yekîtiya Ewropayê krîzeke mezin a penaberên a salên dawî heye.

Dewleta Tirk a ku ji bo kirinên xwe yên qirêj bi rêya zexta koçberan Yekîtiya Ewropayê-YE bide qebûlkirin her cure lîstokê li ser wan dilîze.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê derbarê anîna koçberên ji Belarûsê ya ji bo welatên endamên Yekîtiya Ewropayê raporeke veşartî amade kir.

Rapor li rojnameya bi navê Dîe Welt a Elmanyayê hate weşandin.

Di raporê de bal kişandin ser rola şîrketên rêya asîmanî ya Tirk û Belarûsê û qala hevkariya desthilatdariya Lûkaşenko û rejîma Erdogan hate kirin.

Li gorî belgeyê Belavîa a ku şîrketa asîmanî ya Belarûsê ye bi hevkariya Rêya Hewayî ya Tirk (THY) hefteyê 4-7 sefer ji Stenbolê ber bi Mînskê ango sînorê Belarûs û Polonyayê kiriye.

Her balefira ku ji Stenbolê radibe, nêzî 180 koçber tê de bûne.

Di raporê de hate diyarkirin şîrketa Fly Dûbaî hemwelatiyên Iraq û Sûriyê ji ser Dûbaîyê tîne Mînskê.

Rayedarên Yekîtiya Ewropayê hewl didin çareseriyekê ji krîza penaberan re bibîne.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropa-YE Ursula von der Leyen piştî hevdîtina bi Serokê Dewleta DYE’yê John Bîden ya li Washîngtonê diyar kir ku wê zextên li ser Belarûsê zêdetir bibin.

Back to top button