Dayikên bakurê Kurdistanê meşiyan ber deriyê sînor ê Xabûr

Meclisên Dayikên Aştiyê yên Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê, ji bo piştgiriya bi dayikên li ber deriyê Sêmalka yên di çalakiyê de, meşiyan ber deriyê Sînor ê Xabûrê…
Dayikan ji PDK’ê re got: “Destê xwe yên qirêj ji cenazeyên me vekişînin”

Li navçeya Silopiya Şirnexê, meclisên Dayikên Aştiyê yên Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê, ji bo piştgiriya bi dayikên li ber deriyê Sêmalka di çalakiyê de ne, meşiyan ber deriyê Sînor ê Xabûrê…

Endamên gelek saziyan û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û bi sedan kes tevlî meşê bûn..

Berî ku dayik bighêjin deriyê sînor bi du km, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin..

Dayikan li vê derê daxuyanî dan.

Dayika Aştiyê ya Silopiyê Emîne Ozek, bertek nîşanê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve dan û ev yek anî ziman:

“Hovîtiya ku li ser gelê kurd tê meşandin em qebûl nakin. Em êdî vê zilmê qebûl nakin. Li hemberê vê ziilmê tu tehemûla me nema. Em bang li Barazanî dikin; hovîtiya ku li çiyayên azad didin meşandin bila bi dawî bikin. Bi çekên kîmyewî êrîş dikin. Bi sed salan e gelê kurd dikûjin.”

Dayika Aştiyê ya Cizîrê Esmer Çikmaz jî diyar kir ku şerê heye, kezeba wan dayika dişewitîne û wiha domand:

“Bi çekên kîmyewî êrîşê çiyayên azad dikin. Em dayik êdî mirinê naxwazin. Em dibêjin êdî bes e.

Em bang li hemû dayikan dikin û dibêjin werin em dest bidin destên hevdû û ji mirinê re bêjin êdî bes e.

Bila îşkenceyê li cinazeyên zarokên me nekin. Em vê qebûl nakin.”

Dayîkên Aştiyê: Bila PDK destên xwe yên qirêj ji cenazeyên şehîdan vekişîne

Dayika Aştiyê ya Nisêbîne Perihan Altug, bang li PDK’ê kir ku Cenazeyên gêrîlayan ên şehîd xistine teslîmê malbatan bikin û wiha got:

“Dayik ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin li ber deriyê Sêmalka nobedê digirin. Bila ev şer bi dawî bibe. Êdî bes e bila dayik hêsiran nebarînin..”

Dayika Aştiyê ya Sêrtê Taybet Tekîn jî anî ziman ku mirin ne çareseri ye û got:

“Êdî bes kezeba dayikan bişewite. Mesût Barzanî ji me çi dixwaze? Çima cenazeyan teslîmî malbatan nake. Em dayik aştî, azadî û wekheviyê dixwazin.”

Dayika Aştiyê ya Qoserê Besna Gunay jî ev tişt got:

“Bila cenazeyan teslîmî malbatan bikin. Kanî xwîşk û biratî?”

Dayika Aştiyê ya Êlihê Şukran Çelebî jî got:

“Exlaqekî şer heye. Dest ji zindiyan berde, niha bi cenazeyan dilîzin. Bi çekên kîmyewî êrîş dikin. Barzanî ji bo berjewendiyên xwe bila kurdan neke xeteriyê. Bila derî vekin em cenazeyên zarokên xwe werbigrin..”

Back to top button