KJK’ê ji bo şehîd Yusuf, Muhammed û Mazlûm Gulo peyama sersaxiyê da

Komelên Jinên Kurdistanê KJK’ ê Apê Yûsiv Gulo û nevîyên wî bibîranîn.  KJK’ê got; “Kurdên birûmet ên azad wê bi ser bikevin.” KJK’ê li dijî êrişan banga bilindkirina têkoşînê kir.

Komelên Jinên Kurdistanê KJK’ ê derbarê Yûsiv Gulo, Mazlûm Gulo û Mihemed Gulo ku ji ber êrişa dewleta Tirk şehîd bûn peyama sersaxiyê weşand.

KJK’ê destpêka daxuyaniya xwe de şehîdên malbata Gulo bi bîr anî û diyarkir ku malbata Gulo ku bi welatparêzî û têkoşîna xwe ya azadiyê têne nasîn.

KJK’ê got;

“Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo domandina hebûna xwe, rê di îmha û tasfiyekirina gelê Kurd de dibîne. Ji ber nikare li hemberî berxwedana dîrokî ya gel û gêrilayên azadiyê encama dixwaze bigre, bi teknolojiya şer a asîmetrîk û çekên kimyewî êrîşê tîne. ”

KJK’ê da zanîn ku ev êriş li gorî huqûqa şer û hiqûqa navnetewî sûc e, bi ketina nav qada hewayî ya di bin kontrola dewletên xwedêgiravî garantor de çêbûye. Ev jî, li gel dewleta Tirk a kujer, dewletên navborî jî dike hevkarê sûc û wiha dimand;

Bi teqezî ne bi tesadûfî malbata Gula ya bi pêşengiya Apê Yûsif bûye hedefa êrîşa bi xwînxwarî.Duh çawa ku li Şengalê malbata Saîd Hesen kiribin hedef, li Rojava jî malbata Gulo kirine hedef.Hişmendiya bi dijminatiya Kurd, a faşîst û dermirovî wê nikaribe Kurdatiya berxwedêr a bi rûmet bi van rê û rêbazên nemerdî biqedîne.

Komelên Jinên Kurdistanê KJK’ ê da xuyakirin ku wê helwesta giştî ya gelê Rojava ya li dijî vê komkujiyê, bi bersiva xwe kiriye ku dijminên Kurdan têk biçin û ev bang kir;

Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, di serî de li Rojava, li hemû qadan li dijî van êrîşan welatparêzî û yekîtiya xwe geş bikin, li dijî dijmin têkoşînê geş bikin. Em dibêjin wê Kurdayiya azad û birûmet bi ser bikeve.”

Back to top button