YBŞ’ê bi peyamekê salvegera 6’emîn a rizgarkirina Şangalê pîroz kir

Yekîneyên Berxwedana Şengalê salvegera 6’emîn ya rizgarkirina Şengalê bi peyamekê pîroz kir. YBŞ’ê diyar kir ku wê nehêlin civaka Êzidî careke din bi komkujiyan re rû bi rû bimîne

YBŞ’ê bi boneya salvegera 6’emîn a rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê peyamek pîrozbahiyê da.

Di peyamê de wiha hate gotin:

“Di vê erdnîgariya qedîm de, bi destê DAIŞ’ê li ser çanda resen û li beramberî pîroziyên Êzîdiyan êrişeke hovane hatibû pêk anîn.

Armanca wan civaka Êzidî bi temamî ji holê rakirin û tinekirin bû, lê ev plan ji aliyê gerîllayên Apocî ve hate pûçkirin.

Em şehîdên xwe yên giranbuha yên ku di oxira Şengalê de canê xwe feda kirin bi hurmet bi bîr tînin.

Heya niha li ser axa Şengalê me 406 şehîd dane.

Îro Şengal di rêka şehîdan de pergala demokratîk bi sazî dike.

Hêza me ya parastinê YBŞ-YJŞ li ser van rastiyan hatiye avakirin û îro di rêça şehîdan de xwe mezin dike.

Ji bo wê em careke din diyar dikin ku em ê bi çek û ala xwe, bi soz û biryara xwe qedera qirkirinê bişkînin.

Her wiha em bi gelê xwe bi hev re em nema dihêlin ku ev civak bi komkujiyên bi vî rengî re rû bi rû bimîne.

Back to top button