Li paytexta Swêdê sûcê dewleta Tirk hat şermezarkirin

Li dijî bikaranîna çekên Kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li derveyî welat jî çalakî bênavber pêk tên.
Di vê der barê de li Swêd û Almanyayê çalakî hebûn.
Federasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ew ê ji bo vî sûcî dest bi kampaniya îmzeyan bikin û banga tevlibûnê li Kurdistaniyan kir.

Dewleta Tirk bi serkêşiya Erdoganê qirker tevî hemû sûcên xwe, li dijî gelê Kurd gerîlayên Azadiyê jî di nav de, çekên kîmyewî jî bi kar tîne.

Li dijî vî sûcî, kurd li her deverê, nemaze li Ewropayê, bi hêrs in û daxwaza cezakirina Erdogan dikin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, kurd li dijî vî sûcê dewleta Tirk derketin û bi tundî şermezar kirin.

Çalakiya konvedanê ya li Dusseldorfê di roja 5’an de ye

Tevî van çalakiyan, êdî dest bi çalakiyên konvedanê jî hatiye kirin..

Berî 5 rojan li dijî heman sûcî, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiya konvedanê dest pê kir û hîna ev çalakî didome.

Di çalakiyê de Hevberdevka Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê Ayten Kaplan êrişên Tirkiryê şermezar kir û bang li rêxistinên mafê mirovan ên Ewropa kir ku li dijî bikaranîna Kîmyewî bikevin tevgerê.

Çalakiya konvedanê ya li Berlînê di roja 3’an de ye

Çalakiya konvedanê ya li paytexta Elmanya Berlînê jî di roja 3’an de ye.

KON-MED’ê dest bi kampaniya îmzeyan kir

Bi heman armanca şermezarkirina vî sûcî, Federasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyek da.

KON-MED ragihand ”Li dijî bikaranîna çekên Kîmyewî û bêdengiya cîhanê ew ê dest bi kampanya îmzeyan bikin”.

KON-MED’ê bang li kurdên li Elmanyayê kir ku tevli kampaniyayê bibin û ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî jî xwest dest bi lêkolînê bike.

Back to top button