Berdevkê êla Şerabîn: Em ê bi QSD’ê re li dijî êrişan bisekinin

Berdevkê êla Şerabîn Mihemed Arif tekez dike ew ê li kêleka QSD’ê li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin û ji bo parastina axa xwe şer bikin.
Mihemed Arif bang li Rûsyaya garantor kir ku rê li ber sûcên dewleta Tirk bigire.FILMEşîr û êlên li herêmê jî li dijî gef û êrişên Dewleta Tirk xwedî helwest in û bi tundî red dikin.

Berdevkê êla Şerabîn Mihemed Arif El-Hemdûn bi gotina ” Xwediyên malê hene”, bersiva gefên dawî yên Erdogan da.

Em çarenivîsa xwe diyar dikin, ne Erdogan.

Em ê li hember gefên dewleta Tirk bisekinin û hevgirtina xwe xurt bikin.

Mihemed Arif sûcên Osmaniyan ên li dijî gelê herêmê bi bîrxistin û diyar kir ku her dem armanca wan qirkirin e.

Osmaniyan 400 salan dewletên ereban dagir kirin.

Dîroka wan bi kuştina sivîlan dagirtî ye.

Sala 1915’an komkujî li dijî Ermenan pêk anîn û dîrok şahidê sûcên wan e.

Berdevkê qebîleya Şerabîn piştrast kir ku ew ê li hember êrişan, li kêleka QSD’ê bisekinin.

Em ji gelê xwe re dibêjin em ê li hember êrişan bisekinin û şer bikin.

Çi ji me were xwestin em ê bikin, em ê şer jî bikin û ji bo axê şehîd jî bibin.

Em ê hevkariya QSD’ê bikin, di şer de û di xendekên rûmetê de jî.

Em li pişta QSD’ê ne.

Berdevkê qebîleya Şerabîn Mihemed Arif El-Hemdûn dawiyê bang li Rûsyaya garantor kir ku rê li ber sûcên dewleta Tirk bigre.

Ferman Hisên: Divê tevahî pêkhate û partî li ber êrişên dewleta Tirk rabin

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demkrat a Kurd li Sûrî Ferman Hisên jî bal kişande li ser gef û êrişan û diyar kir gefên dewleta Tirk ne tenê li dijî partiyekî yan pêkhateyekî ye, lê belê li dijî tevahî pêkhate û partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriye ne.

Hisên got, “Divê tevahî partiyên siyasî, pêkhateyên herêmê, li cem Rêvberiya Xweser re bisekinin û li dijî êrişên dewleta Tirk têkoşîn bikin.”

Back to top button