Li kampa Holê 2 penaberên din ên Iraqî hatin kuştin

Dîsa kampa Holê û careke din kuştin. Şevê din li kampê 2 penaberên din ên Iraqê bi destê şaneyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Rêveberiya Kampê ji televizyona me re ragihand êriş doh şev derdora saet 03.20 li cihê pêşwazîkirinê pêk hat.

Her wiha eşkere kir ku beriya niha herdu 2 penaberên Iraqî Nasîf û Coker rastî gefan hatibûn.

Rêveberiyê anî ziman jî ev buyer ji aliyê komek şaneyên DAIŞ’ê ve pêk hat û tevî van kesan, jinek jî birîndar bûye.

9’ê vê mehê jî jina bi navê Emel Raid Ekab ya 33 salî li kampa Holê kuşî hatibû dîtin.

Ev buyer ji ber fikir û hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê a tundrew li kampê her hene û her diçe zêdetir dibin.

Back to top button