Guterres: Li xwe girtinên li Glasgow hêvî didin lê kêmin

Li bajarê Glasgow yê Skoçya ji 31’ê Mijdarê ve lûtkeya COP26 tê lidarxistin.
Di lûtkeyê de gelek soz hatin dayîn.
Sekreterê Giştî yê NY Guterres jî got,
Li xwegirtinên hêvî didin çêkirin hene, lê ew jî kêmin.
Di vê navberê de Îmaratê jî ragihand ku civîna COP28’an ku wê 2023 were lidarxistin jî wê li welatê wan pêk were.

Piştî 13 rojan, Lûtkeya Guherîna Avhewa ya (COP26) a NY jî êdî bi dawî dibe.

Di nava lûtkeyê de ji gelek welatan sozên xurtkirina xebatên ji bo avhewayê hatin dayîn.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di lûtkeya COP26 an de axivî.

Guterres anî ziman ku di lûtkeyê de li xwegirtinên hatin dayîn “hêviyê didin çêrin, lê kêmin” û wiha got:

Lixwegirtin divê lez werin destgirtin.

Divê azwariyeke hevseng di warê pabendbûn û darayî de nîşan bidin.

Guterres destnîşan kir ku ji bo germahiya global a di Peymana Parîsê de hatiye diyarkirin di 1,5 pileyî de bê bisînorkirin, divê fînansekirina welatên pêşketî û nepêşketî bi lez bê kirin.

Bi Civîna Avhewayê re, hejmareke welatan soz dane ku bi hev re bixebitin da ku heta 2030’an windahiya daristanan û xirabûna axê rawestînin.

Di heman demê de zêdetirî hezar bajaran li çaraliyê cîhanê soz dane ku heta 2050’an berî wê bigihîjin sifir emîsyonên karbonê.

Welatên G20 soz dane ku fînansmana xwe ya komirê ya derve bi dawî bikin.

44 welat û 32 şîrketan soz dane ku dev ji bikaranîna komirê berdin û ber bi enerjiya paqij ve biçin.

Li aliyekî din bi dehan xwepêşander di dema konferansa COP26 de li hev civiyan û li dijî nebûna tevgerê di têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de xwepêşandan kirin.

Civîna COP28 wê li Îmaratê were lidarxistin

Di vê navberê de cihê civîna COP28 were lidarxistin jî diyar bû.

Welîehid ê Îmaratê Mihemed bin Zeyd Al-Nebhan bi rêya peyameke li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragiahnd ku wê Konferansa 28. a Guherîna Avhwa (COP28) a NY wê li Îmaratê were lidarxistin.

Back to top button