KCDK-E ji bo meşa roja şemiyê ya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kir

Di çarçoveya pêngava ji bo azadîya fizikî ya Rêber Apo, KCDK-E ji bo meşa li Strasbourgê ya roja Şemîyê banga tevlîbûnê kir.

Têkildarî mijarê KCDK-E daxuyanek da û got,

”Ewladên leheng ên gelê Kurd, li dijî tecrîda navneteweyî ya 23 salan a li dijî Rêber Apo bi biryardarî li ber tecrîda navnetewî radibin.

Bi her cure liyîstokên li dijî gelê Kurd tê xwestin ku meşa azadîyê û tekoşîna azadkirina Rêber Apo bê astengkirin.

Hêzên navneteweyî yên ku bi bêdengîya xwe hevkarîyê bi tecrîdê re dikin, ji bo bikevin nav liv û tevgerê û dest ji vê helwesta xwe berdin, di 13 Mijdarê li Strasbourgê, li ber Konseya Ewrupa yê wê meş û mitîng bê lidarxistin.

Em bang li gelê xwe dikin ku bi rengekî gelemperî seferber bibin, bi taybetî jî bang li dostan dikin ku bi awayek çalak tevlî xwepêşandanê bibin û tecrîda navneteweyî şermezar bikin.”

Back to top button