PKK’ê: Bila gelê me ê Başûr axa xwe bernede

Komîteya Pêwendiyên Derve a PKK’ê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku ji warê xwe koç nekin û li şûna vê yekê, hêza xwe ji bo têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê bi kar bînin.
Komîtê tawanbariyên PDK’ê jî weke helwesteke sosret binav kir û got, “divê PDK’ê berpirsiyara xwe a di pêla koçberiyê de bibîne.”

Komîteya Pêwendiyên Derve a PKK’ê têkildarê trajediya koçberên Başûrê Kurdistanê yên li ser sînorê Belarûs û Polonyayê asê mane, daxuyaniyek da.

Komîtê diyar kir ku ev trajedî çavkaniya xwe ji desthilatiya 30 salî ya Başûrê Kurdistanê û ji siyasetên dewletên dagirker bi taybetî dewleta Tirk digire.

Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku di nava salekê de zêdetirê 30 hezar Kurd ji Başûrê Kurdistanê koçberî welatên derve bûne.

Komîteya PKK’ê sedemên koçkirina Kurdan ji Başûrê Kurdistanê wiha eşkere kir:

Yekem, gelê me li Başûrê Kurdistanê bi navê azadî, demokrasî, wekhevî, edalet û welatparêziyê têkoşîneke mezin birêve biriye.

Raperîna sala 1991’an asta herî jor a vê têkoşînê bû.

Lê paşê ji ber nebûna azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê, derketina hêmanên weke gendelî, bêkarî û rewşa xirab a aborî, bandor li civakê kir.

Sedema Duyem jî, dewletên dagirker û bi taybetî dewleta Tirk ji aliyekî ve bi hevkariya hêzên kirêgirtî xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike,

Ji aliyê din ve jî bi rêya komên mafya, qaçaxçî û sîxurtiyê ji bo koçberkirina gelê me rê vedike.

Bi vê şêweyê dixwazin bi dagirkerî û bi koçberkirinê re demografyaya Başûrê Kurdistanê biguherînin û ji nasnameya Kurdî paqij bikin.

PKK’ê: Divê PDK berpirsyariya xwe ya di pêla koçberiyê de bibîne

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê işaret bi axaftinên berdevkê PDK’ê Sefîn Dizeyî dike û dibêje:

Daxuyaniyeke sosret e. Berdevkê PDK’ê Birêz Sefîn Dizeyî li şûna ku wan rastiyane bibîne, ji bo nixumandina tawan û şermezariyên desthilata PDK’ê zimandirêjiyê li Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê dike.

Komîteyê herî dawî gelê Başûr bi taybetî ciwana kir da kur welatê xwe neterikînin û hêza xwe ji bo têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê bikar bînin.

Di heman demê jî ji desthilatdarên PDK’ê xwest ku vê rewşê baş bixwînin û xwe berpirsiyarê sereke yê derketina rewşa koçberiyû bibînin.

Back to top button