Parlamenterê Iraqê Soran Umer, têkildarî rewşa penaberên li sînorê Belarûs nameyek ji Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî re şand û got, welatiyên başûr ji ber zordariya Hikumeta başûrê Kurdistanê reviyane.
Parlamenterê Ebubekir Helednî û Akademîsyen Kemal Çomanî jî diyar kirin sedema sereke ya koçberiyê zext û talana desthilata Hewlêrê ye..
Li ser sînorê Belarûs û Polonyayê bi hezaran penaber ên ku piraniya xwe Kurdin, li wir asê mane.
Parlamenterê Iraqê Soran Umer derbarê rewş û sedema welatiyên başûrê Kurdistanê berê xwe didin welatên Ewrupayê, nameyek ji welatên Yekîtiya Ewrupayê û Neteweyên Yekbûyî re şand
Soran Umer di nameya xwe de dibêje ew malbatên niha li ser sînorê Belarûs û Polonyayê ne, ji ber zordariya Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê reviyane.
Umer destnişan dike ku, ji ber jiyana welatiyên Başûrê Kurdistanê dibin gef û metirsiyê de ye berê xwe didin welatên Ewropa û sedemên koçberiyê wiha tîne ziman:
“Rojnamevan, aktivîst, jin, çalakvan tên girtin û kuştin.
Kes nikarê xwe û mafê xwe biparêze jiber dadgeh di destê desthilatê deye
Çekên ji bo şerê dijî DAIŞ’ê hatin Herêma Kurdistanê, dijî xwepêşanderan hatin bikaranîn.
Bi dehan ciwan ji ber ku daxwaza maf û azadiyê kirin, di xwepêşandanan de hatin kuştin.”
Umer dawîya nameya xwe de bal dikişîne ser rewşa xirab a aboriyê da zanîn ku jiber rêvebirên hikumetê berhemên herêma Başûrê Kurdistanê tenê ji bo malbata xwe bikar tînin, gel birçî dihelin.
Ebûbekir Helednî: Desthilata Başûr sedema koçberiyê ye
Parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ebubekir Helednî jî tekildarî sedema koçberkirina xelkê Başûr û rewşa penaberan axivî.
Parlamenter Helednî ragihand ku desthilatdariya Herêma Başûrê Kurdistanê sedema koça ciwanan û welatiyên herêmê ne.
Ebubekir Helednî daxuyaniyên rayedarên hikumetê yên ji bo tawanbarkirina PKK weke sedema koçberiyê dibînin bîr xist û got; “Anîna navê PKK’ê, veşartina sedema koçberiyê ye.
Helednî dawiyê de got, 9 hikumet li pey hev hatin lê nekarîn koça ciwanan ya ji welat bidin rawestandin.
Kemal Çomanî: Welatî ji ber zext û talana rêjima Hewlêrê ji welat direvin
Akademîsyen-Rojnamevan Kemal Çomanî jî derbarê mijarê de axivî diyar kir Kurdistaniyên ku di sînorên Polonyayê re derketin ji ber zext û talana rejîma Hewlêrê direvin û got, YE û DYE jî berpirs e.
Her wiha Rojnamevan Ako Mecîd ê xelkê Silêmaniyê jî ku di nava penaberan deye û ew bi xwe jî li wir asê maye, rewşa dawî bi dîmenekî ji ajansa Rojnews re ragihand.
Ako Mecîd dibêje, hejmara penaberan digihe 4 hezar û 500 kesî.
Rewşa penaberan pir xirabe, gelek nexweş û zarok hene. Li vir sermayek zêde heye û rewşa penaberan roj bi roj xirab dibe.