Keştiya Azadiyê ya Rêber Apo piştî rêwîtiya 4 rojan gihişti bajarê Napolî yê Îtalyayê

Keştiya Azadiyê ya ji bo Rêber Apo ku 9’ê Mijdarê ji Atînayê bi rê ket, îro gihişt bajarê Napolî yê Îtalyayê. Keştiya Azadiyê bi awayekî coş hate pêşwazîkirin. Rêwiyên keştiya Azadiyê ku li Napolî daxuyaniyekk dan bang li tevahiya Kurdistaniyan, gelên cîhanê û dostan hate kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo bi biryardarî têbikoşin.

Ji Arjantînê heta Spanya, Fransa, Swîsre, Îtalya û Yewnanistanê, gelek rewşenbîr, nivîskar, nûnerên civaka sivîl, parêzer, xwendekar û aktîvîst piştî rêwîtiya 4 rojan gihîştin bajarê Napolî yê Îtalyayê.

Di vê çalakiyê de ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re hate lidarxistin, li bendera Napolî daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî bi Kurdî ji aliyê endamê însiyatîfê Yuksel Koç ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Apo yê ku beriya 23 salan bi komploya navneteweyî dîl hate girtin, êdî navneteweyî bûye û wiha hat gotin,

“Bi navê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re û gelê Kurd em Şaredariya Napolî û şaredariyên din ên Îtalyayê yên ku welatîbûna rûmetê dane Rêberê me silav dikin.

Eger şaredariyên din ên Îtalyayê û welatên din vê helwesta bi rûmet a Şaredariya Napolî bişopîne, ev yek wê tevkariyeke mezin li azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd bike.

Em careke din daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo ji cîhanê re radigihînin ‘Dem dema azadiya Ocalan e’.”

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku azadiya Rêber Apo hem wê şer û komkujiyên li Kurdistanê bi dawî bike, hem jî wê jiyaneke azad û bi hev re bîne Rojhilata Navîn û demokrasiyê jî bîne Tirkiyê.

Çalakgeran diyar kirin ku wê fikir û felsefeya Rêber Apo bighînin tevayî cîhanê

Li aliyekî din jî çalakgeran dan zanîn ku yek ji armancên wan yên bingehîn ew e ku artêşa Tirk bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlla, rawestîne.

Her wiha diyar kirin ku daxwaza wan jî ew e ku tevgera azadiyê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin.

Çalakgeran gotin:

“Çalakiya me ya ‘Azadî wê bi ser bikeve, Keştiya Azadî ji Ocalan re’ li vir bi dawî dibe, lê belê em ê kampanya xwe ya ‘Azadî ji Ocalan re’ bi xwedîderketineke hîn xurtir dewam bikin.

Di heman demê de em ê felsefeya azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk a Rêber Apo bi coş û biryardariyeke hîn mezintir bigihînin cîhanê.”

Di dawiyê de bang li tevahiya Kurdistaniyan, gelên cîhanê û dostan hate kirin ku vê kêliya dîrokî mezin bikin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi biryardarî têbikoşin.

Back to top button