Nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê êriş şermezar kir

Ji Başûrê Kurdistanê jî bertek li dijî êrişa dewleta Tirk ya li dijî welatiyên Qamişlo derketin.

Di vê derbarê de nûnertiya PYD’ê ya Silêmaniyê û Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi daxuyaniyên cuda êriş şermezar kirin.

Nûnertiya PYD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

”Di 9’ê Mijdarê de dewleta Tirk êrişeke nemirovane li dijî welatiyên Qamişlo pêk anî.

Ev komkujî bi serpereştiya Erdogan pêk tên.

Ev ne cara yekeme dewleta Tirk da dagirker Rojavayê Kurdistanê hedef digire.”

Nûnertiyê ev êriş şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li hember êrişan bêdeng nemînin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê: Ev êriş, êrişekî hovane ye

Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê jî bi daxuyaniyekê ev êriş bi êrişekî hovane û dijî hemû zagonên navnetewî bi nav kir.

Malbatan diyar kir ku her şehîdek ji bo wan dibe sedema bilindkirina têkoşîn û berxwedanê.

Back to top button