Çalakiya li Almaniyayê ya li dijî bikaraîna çekên Kîmyewî bi dawî bû

Li bajarê Dusseldorf yê Elmaniya çalakiya konvedanê ya li dijî bikaraîna çekên Kîmyewî bi dawî bû.

Di roja dawî ya çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk li ser Kurdistanê hat şermezarkirin.

Her wiha bang li cîhanê hat kirin ku li hember bikaranîna çekên Kîmyewî ji bêdengiya xwe derkevin û li herêmên Parastina Medya desy bi lêkolînê bikin.

Di dawiyê ji bo meşa sibe ya saet 14:00’an li bajarê Dusseldorfê banga tevlibûna hat kirin.

Back to top button