Sibe salvegera 61’an a şewata Sînemaya Amûdê ye. Bi vê boneyê li navçeya Amûdê merasîmek hat lidarxistin û qurbaiyên şewatê hatin bîranîn.
Merasîm ji aliyê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.
Di merasîmê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Xalis Misewer axivî û da xuyakirin ku ew ê ti carî agirê xwe venemirînin û gelê Kurd ti carî dev ji doza xwe bernade.
Merasîm bi dayîna mûman li derdora peykerê şewata sînemaya Amûdê bi dawî bû.